Şandiyê neteweyî yê NY'ê: pêwist e hemû alî li gorî qanûna parastina sivîlan tev bigerin

Şandiyê neteweyî ji bo Sûriyeyê yê NY'ê Geir Pedersen da zanîn ku pêwist e hemû alî li gorî qanûna parastina sivîlan û binesaziya wan xwedî li berpirsiyariyê derkevin û banga destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya navxweyî ya Sûriyeyê kir.

Şandiyê neteweyî yê NY'ê: pêwist e hemû alî li gorî qanûna parastina sivîlan tev bigerin
1 kanûn, 2024   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandiyê neteweyî ji bo Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen ragihand ku ew rewşa Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne nexasim bûyerên di rojên dawîn de. Pedersen diyar kir ku tiştê îro diqewime nîşana binkeftina pêvajoya siyasî ya pêkanîna biryara 2254 dide.

Pedersen diyar kir ku ev şerê heyî dê encamên xerab li ser asta herêmî û navneteweyî bi xwe re bîne.

Pedersen da zanîn ku pêwist e hemû alî li gorî qanûna parastina sivîlan û binesaziya wan xwedî li berpirsiyariyê derkevin û banga destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya navxweyî ya Sûriyeyê li gorî biryara 2254 kir.

(mh)