‘Bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin’

CDK-F û KCDK-E'yê li dijî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê banga bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkeve û li her derê rabe ser piyan kir. banga çalakiyên lezgîn li hemê meclîsên girêdayî xwe kir.

‘Bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin’
1 kanûn, 2024   21:20
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E)  û Konseya Demokratîk a Kurdan a Fransayê (CDK-F) têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da û li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava banga çalakiyên lezgîn kir.

CDK-F’yê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Dewleta Tirk a dagirker û qirker di qirkirina Kurdan û neçareseriyê de israr dike. Dewleta Tirk wisa texmîn dike ku dê bi nêzîkatiyên komploger, bi taybet yên demên dawî de, gelê Kurd û raya giştî manîpule bike, ji aliyekê ve bi awayekî dijminane û derhiqûqî qeyûman tayînî şaredariyan dike ku gelê Bakurê Kurdistanê bi vîna xwe hilbijartine û ji aliyê din ve jî bi çeteyên ku li herêmê birêxistin kirine û bi leşkerên li wir bi cih kirine êrîşî Rojavayê Kurdistanê - roniya çavê gelê Kurd- dike.

Rojava xeta sor a gelê Kurd e. Rojava hêviya jiyana nû ye ku têkoşîna 50’î salî lê şîn û geş bûye û paradîgmaya li ser esasê azadiya jinan veguheriye jiyanê. Em ê tu carî rê nedin ku tu hêzek armancên xwe yên qirêj li ser Rojava pêk bîne.

Bi vê boneyê em bang li tevahiya meclîs, komun, dostên xwe yên li Fransayê dikin ku bi ruhê berxwedana Kobanê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker derkevin qadan û xwedî li jiyana nû û paradîgmaya azadiya jinan derkevin. Roj roja rûmetê, roja xwedîlêderketina rûmetê ye.”

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker di tevahiya dîrokê de, bi daxwaza qirkirina gelê Kurd serî li hemû rêbazên qirêj û komkujiyan dide, ligel çeteyên hov li dijî Rojava êrîşeke nû daye dastpêkirin. Bi hedefgirtina qadên jiyanê yên sivîlan û bi dorpêçkirinê dixwaze hemû destkeftiyên Şoreşa Rojava ji holê rake û Kurdan têk bibe.

Em bang li gelê me yê li Ewropayê dijî dikin ku, li dijî êrîşên terorî yên dewleta Tirk a qirker bi ruhê Kobanê biheriqin qadan, piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, destkeftiyên Şoreşa Rojavayê biparêzin û xwîndariya rûyê dîktator Erdogan li her derê teşhîr bikin. Dakevin kolanan û bi çalakî û protestoyan berteka xwe mezin bikin."