Ji bo welatiyên Helebê amadekariya tenduristî hat kirin

Desteya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd ragihand ku ew ji bo welatiyên ku ji Helebê tên amadekarî kirin.

Ji bo welatiyên Helebê amadekariya tenduristî hat kirin
Ji bo welatiyên Helebê amadekariya tenduristî hat kirin
Ji bo welatiyên Helebê amadekariya tenduristî hat kirin
Ji bo welatiyên Helebê amadekariya tenduristî hat kirin
Ji bo welatiyên Helebê amadekariya tenduristî hat kirin
Ji bo welatiyên Helebê amadekariya tenduristî hat kirin
1 kanûn, 2024   20:15
TEBQA

Hemwextî zêdebûna hejmara welatiyên ku ji bajarê Helebê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin, Desteya Tenduristî ya kantona Tebqayê û Heyva Sor a Kurd di çarçoveya amadekariya tenduristî ji bo welatiyên ku ji bajarê Helebê yên de, li nêzî deriyên sînorî xalên bijîşkî û tenduristî amade kirin.

Desteya Tenduristê ji bo xala bijîşkî ya deriyê Boasî yê gundewarê kantona Tebqayê tîmên bijîşkî, derman û pêdiviyên bijîşkî peyda kirin.

Girêdayî wê, Heyva Sor a Kurd klînîka mobîl (gerok) li heman derî bi cih kir. Berpirsê Heyva Sor ji ajansa me re diyar kir ku tîma bijîşkî ya klînîkê ji bijîşkekî giştî, 2 hemşîre, derman û 2 ambûlansan pêk tê.

Berpirsên qada tenduristî jî da zanîn ku eger rewşên giran hebin ew ê wan rakin nexweşxaneya Tebqayê.

Heyva Sor klînîkên din li nêzî deriyên Minbicê ku 24 saetan di xebatê de ne, bi cih kirin.

(mh)