Şandeyek ji PYD’ê tev li Konferansa Hevpeymaniya Cîhana Erebî bû

Şandeyek ji PYD’ê tev li Konferansa Hevpeymaniya Demokratên Sosyalîst a Cîhana Erebî bû. Pirsgirêkên pirrengiya çandî û olî li cîhana Erebî û astengiyên girêdayî pirsgirêka Kurdî di konferansê de tên nîqaşkirin.

Şandeyek ji PYD’ê tev li Konferansa Hevpeymaniya Cîhana Erebî bû
Şandeyek ji PYD’ê tev li Konferansa Hevpeymaniya Cîhana Erebî bû
Şandeyek ji PYD’ê tev li Konferansa Hevpeymaniya Cîhana Erebî bû
Şandeyek ji PYD’ê tev li Konferansa Hevpeymaniya Cîhana Erebî bû
Şandeyek ji PYD’ê tev li Konferansa Hevpeymaniya Cîhana Erebî bû
29 cotmeh, 2026   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, li paytexta Urdun Emanê Konferansa Hevpeymaniya Demokratên Sosyalîst a Cîhana Erebî, bi beşdariya şandeyek ji Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dest pê kirin. Şandeya PYD’ê ji Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a PYD‘ê Sema Begdaş û endamê Nivîsgeha Têkiliyên Diplomasî ya Rojava pêk hat. 

Di konferansê de Serokê Partiya Demokratîk a Sosyalîst a Urdunê Ebdulhelîm Elîmat, nûnerê Partiya Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê Seed Pîra, Koordînasyona Cîhanî ya Hevpeymanê Basil Kamil, berpirsa Têkiliyên Derve ya Partiya Blokê Hala Bin Yûsif û hejmarek ji nûnerên partiyên dîtir axivîn.

Di axaftinan de bal kişandin ser girîngiya xurtkirina hevkarî û hevrêziya di navbera hêzên demokratîk û civakî. Her wiha li ser guhertinên siyasî, astengiyên aborî û civakî yên li herêmê, serweriya hêzên çepgir li ser asta cîhanê û pêwîstiya pêşxistina xebata hevbeş ji bo parastina demokrasî, edaleta civakî, wekhevî û mafên gelan nîqaş hatin kirin.

Bernameya konferansê li ser pirsgirêkên Kurdî, pirrengiya çandî û olî li herêma Ereban, şans û astengiyên girêdayî pirsgirêka Kurd û asoyên dîtina çareseriyên demokratîk bûn.

Konferansê wê heta sibe dewam bikin. Dê rêziknameya siyasî û rêziknameya hevpeyamnê bên nîqaşkirin, komîte û erkên di hundirê desteya rêveber de bên hilbijartin û konferans bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(f)