Ji ber lehiyan 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Li gundewarên Reqa, Dêrazor û Helebê di encama lehiyan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber lehiyan 5 kesan jiyana xwe ji dest da
29 cotmeh, 2026   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Rewşên Awarte û Karasetan ragihand ku li gundewarên Reqa, Dêrazor û Helebê, piranî zarok 5 kes di encama lehiyan de jiyana xwe ji dest da

Hate ragihandin ku Tîma Parastina Sivîl a Sûriyeyê li Reqa, Dêrazor û Humsê 25 kes ji ber lehiyê hatibûn dorpêçkirin an jî erebeyên wê asê mabûn, rizgar kirin.

Li Reqa, Hesekê, Dêrazorê, rojhilatê Humsê, Hema û Helebê duh ji ber barana dijwar, lehî rabûn, rê hatin girtin û zerar li malan û eredên çandiniyê bûn.

(bb)