Şandeya Kurdî wê civînên xwe bidomîne

Şandeya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ku duh civiyabû, biryar girt ku civînê xwe berdewam bike û bernameya xwe ya pêşerojê zelal bike.

Şandeya Kurdî wê civînên xwe bidomîne
30 nîsan, 2026   10:15
QAMIŞLO

Şandeya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de (26 Nîsan 2025) hatibû avakirin duh (29`ê Nîsanê) civiya bû.

Civîn ji ragihandinê re girtî pêk hat, têkildarî naverokê ti daxuyanî nehatin dayîn.

Li gorî çavkaniyên nêzî şandeyê di civînê de geşedanên li herêmê hatine gotûbêjkirin, lihevkirin çêbûye ku ev civîn berdewam bikin û bernameya pêşerojê ya şandeyê were zelalkirin.

(sb/a)

ANHA