Di 24 saetan de 2 kes hatin kuştin, yek birîndar bû

Li Sûriyeyê di bûyerên 24 saetên dawîn de 2 kes hatin kuştin û yek birîndar bû.

Di 24 saetan de 2 kes hatin kuştin, yek birîndar bû
30 nîsan, 2026   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji çavkaniyên xwecih girtine, şêniyên taxa El Weir ê bajarê Humsê îro cenazeyê ciwanê bi navê Husam Mihemed El Salih di nav baxçeyekî de dît. 

Çavkaniyan dane zanîn ku ji beriya du rojan ve agahî ji Husam El Salih qut bibûn.

Li gundê Qebû yê rojavayê bajarê Humsê jî bi guleyan êrişî cotkdarên di nava zeviyên xwe de dixebitîn hatin kirin, di encamê de cotkarê bi navê Nîzar Şahîn bi giranî birîndar bû.

Li bajarê Laziyê cenazeyê endamekê Firqeya 50 a Wezareta Parastinê ya hikumeta demi Mihemed Ednan Qerûş (Ebû Ednan Sermîn) kuştî hat dîtin. Aliyên têkildar der barê kuştina wî de tu daxuyanî nedane.

Li Şamê jî çekdarên nenas guleyeke destan avêtin kolana Dêr a taxa Keşkûl. Di encamê de zerarên madî çêbûn.

(bb)