Ji TEV-DEM'ê peyama 1'ê Gulanê: Em vê boneyê bikin wesîleya avakirina civakeke demokratîk

Tevgera Civaka Demokratîk di peyama xwe ya bi boneya 1'ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê de bang li gelê Sûriyeyê kir ku vê boneyê bikin wesîleya rêgirtina li ber gotinên nefretê û xebata hevbeş ji bo avakirina civakeke demokratîk.

Ji TEV-DEM'ê peyama 1'ê Gulanê: Em vê boneyê bikin wesîleya avakirina civakeke demokratîk
30 nîsan, 2026   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê peyamek weşand.

TEV-DEM'ê ev roj li tevahî karker û kedkarên cîhanê, bi taybet karkerên li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û diyar kir "Karker hêza rasteqîn a avakirina civakan û mîsogerkirina rûmetan e.” Her wiha berdêlên ku di dîrokê di di rêya pêkanîna edaleta civakî û azadiyê de hate dayîn bi bîr anîn.

Di peyamê de hat bibîrxistin: "Ev bone ku kokên wê vedigerin grevên sala 1886'an li Chicago ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, encamên têkoşînên karkeran e daxwaza şert û mercên xebatê yên baştir û kurttir dikirin derketiye holê. Lê belê, têkoşîna karker û ji vê wêdetir diçe. Bderketina çînan, kedxwarî û rejîmên otorîter dest pê dike. Hemû beşên civakê, bi taybetî karker û kedkar, beşdarî berxwedana li dijî van sîsteman û vegerandina maf û nirxên xwe yên civakî yên windabûyî bû."

TEV-DEM'ê diyar kir ku têkoşîna karkeran ne tenê ji bo başkirina rewşa debarê ye, lê di heman demê de cewhera têkoşîna ji bo avakirina civakeke demokratîk, azad a li ser bingehê wekhevî û edaletê ye, ev têgeh di têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê de diyar dibe ku ji destpêka avabûna xwe ve doza karkeran û kesên bindest kir armanca bingehîn a projeya xwe ya rizgariyê.

TEV-DEM'ê bal kişand ser rola girîng a ramanên Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna karkeran ne wek şerekî ji bo aboriyê tenê, lê wekî beşeke têkoşîna rizgarkirina tevahî civakê pênase dike. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku têkoşîna karkeran ji rola pêşeng a jinan nayê cudakirin û wiha domand: “Bi taybetî di ezmûna Rojavayê Kurdistanê û di dîroka wê ya têkoşîna li Kurdistanê û Rojhilata Navîn îsbat bû ku jin hevkara esasî ya şoreşa civakê ye û li şerê li hember kedxwarî û serdestiyê de, di avakirina saziyên demokratîk ên li gorî pergala hevsereokatiyê û wekheviya rasteqîn de pêşeng in.”

TEV-DEM'ê di dewama peyamê de bal kişand ser girîngiya azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku azadiya wî pêngava sereke ya ber bi pêkanîna aştiyaneke adilane û mayîde li herêmê û sembola azadiya ramanî ye ku hewl dide hemû cureyên despotîzmê û kedxwariyê ji holê rake.

TEV-DEM'ê da zanîn ku dê li gel karkeran, jin û tevahî beşên civakê têkoşînê bidomîne û bang li tevahî gelên Sûriyeyê bi etnîk, mezheb û pêkateyên wê kir ku vê boneyê bikin wesîleya hevgirtin û rêgirtina li ber gotinên nefretê, bikin derfeta xebateke hevbeş ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û li hemberî planên ku êşên gel zêde dikin, bigirin.

(bb)