Şandeya jinan li Zurichê ye

Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Zurich ê Siwîsrayê bi çalakvan û aktîvîstên jin re civiya. Di civînê de rola jinan di pêşeroja Sûriyeyê de, misogerkirina mafên hemû pêkhateyan û peymana 10'ê Adarê hatin nîqaşkirin.

Şandeya jinan li Zurichê ye
30 îlon, 2025   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya gera xwe ya li Ewropayê de li bajarê Zurich yê Swîsrayê bi çalakvan û aktîvîstên jin û endamên Mala Jinan a Girevê re civiya.

Di civînê de rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, peymana 10'ê Adarê, diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de û rola jinan di pêşeroja Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin.

Şandeyê teqezî bi girîngiya piştgiriya siyasî û misogerkirina mafên jinan û pêkanîna peymana 10'ê Adarê da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şandeyê di 6'ê vê Îlonê de dest bi vê gera xwe kir û tê de li Fransa, Almanya û Siwîsrayê bi kesayetên siyasî, parlamenter û aktîvîstên jin re civiya. Di civînan de pirsgirêkên jinan, dosyayên mirovî, metirsiya vegera DAIŞ'ê û rêbazên avakirina Sûriyeya nenavendî ya pirreng hatin nîqaşkirin.

Şande ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinan a Suryanî Corcêt Bersûm pêk tê.

(mh/şx)

ANHA