Di mehekê de 5 gorên komî hatin dîtin

Di Îlonê de 5 gorên komî ku tê de hestiyên 17 kesan, di nav de yên zarokekî û 2 jinan heye, li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hatin dîtin.

Di mehekê de 5 gorên komî hatin dîtin
30 îlon, 2025   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de 5 gorên komî hatin dîtin. Di goran de, di nav de zarokek û 2 jin, hestiyên 17 kesên nenas hatin dîtin. 

SOHRˊê da zanîn ku gorên di Îlona 2025ˊan de hatin dîtin wiha ne: 3 gor li Humsê, tê de hestiyên 8 kesan hebûn, di nava wan de hestiyên zarokekî û yên 2 jinan hebûn. Li Şamê jî gorek hat dîtin, tê de hestiyên 5 kesan hebûn û li gundewarê Şamê jî gorek hat dîtin, tê de hestiyên 4 kesan hebûn.

(fr)