Li gundewarên Helebê 2 kes hatin kuştin

Li bajaroka El Zehra ya dikeve bakurê Helebê du kes ku di zeviyên zeytûnan de dixebitîn hatin kuştin.

Li gundewarên Helebê 2 kes hatin kuştin
8 cotmeh, 2026   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegîhanê me li gorî çavkaniyên herêmî da zanîn ku komeke çekdar li nava zeviyên zeytûnan ên bajaroka El Zehra ku dikeve bakurê Helebê du kes ên bi navê Nûh û Mihemed El Soterî gulebaran kir. Di encama gulebaranê de her du kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nûh û Mihemed El Soterî ji bajaroka El Zehra ne. Aliyên têkildarî jî dest bi lêkolîna bûyerê kir.

(np)