Balafirên şer ên dewlata Tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 300 metre nêzî Bendava Tişrînê bombe kirin.

Balafirên şer ên dewlata Tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir
15 ÇILE, 2025   14:09
TIŞRIN

Çalakiya nobedê ya gel a li bendava Tişrînê di roja xwe ya 8’an de didome, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê jî didomin.

Di van kêliyan de balafirên dewleta Tirk a dagirker 300 metre dûrî beşa tijî-derxistin ku beşa sereke ya Bendava Tişrînê ye, bi balafirên şer êrîşek hewayî pêk anîn.

Liv û tevgera balafirên şer ên dagirkeran hê jî didome, der barê êrîşê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

ANHA