Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo biçe Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, dê sibê serî li Wezareta Dadê bide.

Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
19 ÇILE, 2025   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Welat Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo cara duyemîn bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, dê sibe serî li Wezareta Dadê bide.

Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28ê Kanûnê de li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.

Şandeya ku ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat, piştre jî bi serokên partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê heye, bi siyasetmedarên girtî, pêkhateyên DEM Partiyê û derdorên cuda re hevdîtin kirin.