Rêveberiya Xweser êrişên li ser nobedarên bendava Tişrîn şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê sersaxî ji malbatên şehîdên êrişên li ser Bendava Tişrînê re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xwest. Rêveberiyê diyar kir û êrişên dewleta Tirk û komkujiyên ku pêk tîne li dijî hemû zagonên navnetewyî ne û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrişan gavên lezgîn bavêje.

Rêveberiya Xweser êrişên li ser nobedarên bendava Tişrîn şermezar kir
19 ÇILE, 2025   13:44
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker duh şemiyê careke din şêniyên ku li bendava Tişrînê erka nobedariyê dikirin bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê, 4 sivîl şehîd bûn 21 jî birîndar bûn.

Di vê derbarê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Arya Mela Ehmed û bi zimanê kurdî ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hesen Şero ve li ber avahiya meclîsê ya li bajarê Amûdê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Dewleta Tirk a dagirker û bêbext û çeteyên xwe careke din bi balafirên bêmirov û yên şer komkujiyên di asta sûcên şer de pêk tînin. Ji berî çend rojan de, kombûnên sivîlên ku berê xwe dabûn bendava Tişrînê da ku piştgiriyê bidin zarokên xwe yên di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de, bombebaran dikin. "

Rêveberiya xweser destnîşan kir ku "Tişta ku dewleta Tirk îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li bendava Tişrînê, Pira Qereqozaqê û êrişên ser sivîlan, dike li gor qanûnên navneteweyî sûcên şer in. Em wekî Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, sûc û êrişên rasterast ên li dijî gelê me, şermezar dikin. "

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, hêz û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku "qanûnên xwe yên ji hêla dagirkeriya Tirkiyê ve tên binpêkirin, biparêzin û bi cîh bînin. Divê civaka navneteweyî bi lez têkeve tevgerê û van sûcan rawestîne. "

(k)

ANHA