Birîndaran kêliyan êrişê vegotin

Birîndarên êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Bendava Tişrînê diyar kir ku êriş nikare biryardariya wan têk bibe. Birîndaran der barê van êrişan de pirsa hêzên navneteweyî û raya giştî kir.

Birîndaran kêliyan êrişê vegotin
19 ÇILE, 2025   13:10
TEBQA
RÎNAD ELÎ

Artêşa Tirk a dagirker duh nobedarên Bendava Berxwedanê (Tişrînê) bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 4 şênî şehîd bûn û 21 jî birîndar bûn, rewşa hin birîndaran jî giran e. Birîndar li nexweşxaneyên bajarên Kobanê û Tebqayê tên derrmankirin.

Faris Xelo yê 70 salî ku di bombebaranê de ji serê ve xwe ve birîndar bûye û niha li nexweşxaneya bajarê Tebqayê tê dermankirin, got: "Ev erdê me ye. Em terka bendavê nakin. Welahî em bendavê terik nakin. Ev bendav avê ne tenê mirovan, di heman demê de  tevahî zindiyên li herêmê av dide."

Fris Xelo ji bo dermankirinê birin nexweşxaneya bajarê Tebqayê, li wir ji ajansa me re got: "Em ji kantona Cizîrê hatin da ku em bendava Tişrînê bi moralekî bilind biparêzin, ji nişka ve li me xistin. "

Xelo bang li civaka navneteweyî û raya giştî kir ku li hember dewleta Tirk a faşîst a dagirker ku li dijî sivîlan komkujiyan dike, rawestin. Her wiha tekez kir ku divê gel bi hemû pêkhateyên xwe yên Ereb, Kurd, Suryan û Ermenî bi hev re li hember vê dagirkeriyê rawestin û dawî li tawanên wê bînin.

Fris Xelo her wiha destnîşan kir ku dema ji nexweşxaneyê derkeve dê vegere erkê xwe yê nobedariyê li bendava Tişrînê û got: "Ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li bendava Tişrînê têbikoşim. "

 Ebdilrezaq Hesen Mihemed yek ji birîndarên ku gihiştin nexweşxaneya Tebqayê ye, ji destê xwe yê rastê birîndar bûye. Hesen got: "Em ji bo beşdarbûna nobedariya bendava Tişrînê û ji bo parastina wê çûne, dema me govend girtibû dagikeriya Tirkiyê êrişî me kir. "

Ebdulrezaq Mihemed her wiha got "Ev bendava me ye û erkê me ye ku em wê biparêzin, em ê dagirkeriya Erdogan qebûl nekin û ev êroş jî biryardariya me ya berdewamkirina nobedariyê têk nabe. "

(k)