Dagirkeran carek din êrişî rêwiyên Tişrînê kirin: Welatiyek şehîd bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê karwana şêniyên kantona Firatê ku ber bi Bendava Tişrînê ve derketibû rê hedef girt, li gorî agahiyên destpêkê welatiyek şehîd bû û 4 welatî jî birîndar bûne.

Dagirkeran carek din êrişî rêwiyên Tişrînê kirin: Welatiyek şehîd bû
15 ÇILE, 2025   16:22
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din êrişî karwana şêniyên kantona Firatê ku berê xwe dida Bendava Tişrînê kir ku tev li çalakiya nobedê bin. Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrişê de welatiyek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn.

Ev cara 4ˋan e karwanên welatiyên berê xwe didan Bendava Tişrînê tê hedefgirtin. Di êrişa yekemîn a 8ˋê Çileyê de 3 welatî şehîd bûn û 15 birîndar bûn.

(fr)