Gelê Cizîrê berxwedêrên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin

Şêniyan li bajarê Dirbêsiyê bi coşeke mezin berxwedêrên ji Bendava Tişrînê vegeriyan pêşwazî kirin.

Gelê Cizîrê berxwedêrên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin
Gelê Cizîrê berxwedêrên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin
Gelê Cizîrê berxwedêrên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin
Gelê Cizîrê berxwedêrên Bendava Tişrînê pêşwazî kirin
15 sibat, 2025   22:36
HESEKÊ

Xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê çalakgerên ku 3 roj e li Bendava Tişrînê ne û vê êvarê vegeriyan bi coşeke mezin pêşwazî kirin. 

Di 11’ê Çileyê de, ji bo beşdariya li çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û parastina Bendava Tişrînê, xelkê bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birakê û Şedadê berê xwe dabû bendavê.

Koma nû ya ji şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê jî duh êvarî gihîşt bendavê û parastina bendavê dewr girt.

Girse li pêş navenda rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li bajarê Sêgir ê Dirbêsiyê kom bû û çalakger pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirinê rêvebera Kongra Star a Dirbêsiyê û beşdara çalakiya parastina bendavê Fatme Keleş, berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) silav kir û got: "Bendava Tişrînê, îro li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide vîna gelan bişikîne, qada berxwedan û têkoşînê ye, lê vîna me ji êrişên wê bihêztir e."

Fatme wiha domand: "Li ser şopa fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê li dijî hewldanên tunekirina gelan berxwedaneke mezin raber dikin. Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin."

Ji roja 8`ê çileyê ve şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê, çalakiya nobedariyê berdewam dikin.

(fr)

ANHA