Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmralî bi rê ket

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ya ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.

Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmralî bi rê ket
13 îlon, 2026   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bîne çû li Girava Îmraliyê.

Şandeya DEM Partiyê ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê. Ji bo hevdîtinê ber bi giravê re bi rê ketin.

Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê de wiha hat gotin: “Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol ji bo hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.”