Çalakiya protesto ya xwendekaran didome

Xwendekarên Girkê Legê û Rimêlan ev bûye 6 roj neçûne dibistanê û li ser helwestê xwe ne ku xwendina xwe bi zimanê kurdî berdewam bikin.

Çalakiya protesto ya xwendekaran didome
Çalakiya protesto ya xwendekaran didome
Çalakiya protesto ya xwendekaran didome
Çalakiya protesto ya xwendekaran didome
Çalakiya protesto ya xwendekaran didome
13 îlon, 2026   13:04
QAMIŞLO

Li hemberî biryara Wezareta Perwerdeyê xwendekarên bajarê Girkê Legê, bajarokê Rimêlan û gundên girêdayî Girkê Legê ev 6 roj e naçin dibistanê.

Xwendekar qebûl nakin ku derbasî dibistanê bibin û daxwaz dikin bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin.

Li parêzgeha Hesekê çalakî û xwepêşandanên xwendekaran ji bo zimanê kurdî 6`ê îlonê dest pê kir û heyanî niha berdewam dike. Xwendekar di çalakî û xwepêşandanên xwe de tînin ziman ku ew biryara Wezareta Perwerdeyê qebûlnakin û daxwaz dikin bi zimanê xwe yê dayîkê xwendina xwe bidomîn in.

(np)

ANHA