Li dijî bilindbûna bihayê sotemeniyê xwepêşandanên berfireh

Welatiyên li çend herêmên Sûriyeyê ji bo protestokirina bilindbûna bihayê sotemeniyê derketin kolanan.

Li dijî bilindbûna bihayê sotemeniyê xwepêşandanên berfireh
Li dijî bilindbûna bihayê sotemeniyê xwepêşandanên berfireh
Li dijî bilindbûna bihayê sotemeniyê xwepêşandanên berfireh
13 îlon, 2026   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li çend deverên Sûriyeyê, li dijî bilindbûna bihayê sotemeniyê, xwepêşandanên gel û çalakiyên girtina rêyan hatin lidarxistin.

Li gorî platform û hesabên herêmî, li bajarokê El Tayana yê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê xwepêşandan hatin lidarxistin û lastîk li ber avahiya şaredariyê hatin şewitandin.

Xwepêşandanên bi heman rengî li Markada, Şedadî û Navçeya 47an li gundewarê Hesekê, ji bo protestokirina bilindbûna bihayê sotemeniyê û xirabûna şert û mercên jiyanê û xizmetên giştî, pêk hatin.

Vîdyoyên ku li ser înternetê belav bûn nîşan dan ku ajokarekî motorsîkletê li Hesekê motorsîkletê xwe şewitand ji bo protestokirina bilindbûna bihayê sotemeniyê, di heman demê de xwepêşanderên li Navçeya 47`an rê li ber tankerên petrola xav girtin û nehiştin ku ew li ser rêya sereke ya M4 derbas bibin. Herwiha rêya sereke ya Dêrazorê-Helebê li nêzîkî Reqayê bi şewitandina lastîkan hate girtin.

Çend îstasyonên otobusan li parêzgeha Hesekê vala bûn ji ber ku ajokaran dest bi grevê kirin û rêwîtî rawestiya.

Li gorî zêdebûna buhayê sotemeniyê ya vê dawiyê û zêdebûna lêçûnên veguhastin, kar û xizmetê, tê payîn ku li gelek deveran, di nav de Hama, Hums, Îdlib, gundewarên Helebê û Menbicê, xwepêşandan werin lidarxistin.

(k)

ANHA