Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana Gerînendetiya Herêma Qamişloyê kir

Hevdîtina şandeya Bakurê Kurdistanê bi siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed bi dawî bû û serdana Gerînendetiya Herêma Qamişloyê kir.

Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana Gerînendetiya Herêma Qamişloyê kir
Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana Gerînendetiya Herêma Qamişloyê kir
Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana Gerînendetiya Herêma Qamişloyê kir
Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana Gerînendetiya Herêma Qamişloyê kir
8 cotmeh, 2026   12:37
QAMIŞLO

Civîna nûnerên jin ên meclisên rêveberiya xwecih û şaredariya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed û endama Komîteya Têkiliyan a Rojava Roşan Hesen bi dawî bû.

Civîn li avahiya Daîreya Têkiliyan a bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Di dawiya civînê de şandeya Bakurê Kurdistanê yadîgarî da siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed.

Piştî wê şandeyê serdana Gerînendetiya Herêma Qamişloyê kir. Şande ji aliyê Gerînendeya Herêma Qamişlo Cîhan Hesam, berpirsên Gerînendetiya Qamişloyê û fermandarê Lîwaya Qamişloyê Luqman Xelîl ve hate pêşwazîkirin.

Tê payîn ku şande piştî hevdîtina xwe bi Gerînendetiya Herêma Qamişloyê civîna çapemeniyê li dar bixe.

Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Aladag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê.

(np)

ANHA