Li bajarên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina komployê xwepêşandan

Bi hatina salvegera 28’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, li bajarên Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê xwepêşandan tên lidarxistin.

Li bajarên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina komployê xwepêşandan
Li bajarên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina komployê xwepêşandan
Li bajarên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina komployê xwepêşandan
Li bajarên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina komployê xwepêşandan
Li bajarên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina komployê xwepêşandan
Li bajarên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina komployê xwepêşandan
Li bajarên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina komployê xwepêşandan
Li bajarên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina komployê xwepêşandan
Li bajarên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina komployê xwepêşandan
8 cotmeh, 2026   12:12
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina salvegera 28`emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ji 9`ê Cotmehê (1998) dest pê kir, şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê xwepêşandan li dar xistin.

Li bajarê Qamişlo xwepêşandan ji Çerxerêya Sonî dest pê kir, xwepêşandêran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, sembolên kurdî, pankartên “Em bi însiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk a ku dê Komploya Navneteweyî û pergala Îmraliyê têk bibe re ne” rakirin.

Li bajarê Amûdê xwepêşandan bi beşdariya şêniyên bajêr û endamên saziyên civaka sivîl û meclisa bajêr, ji Qada Jina Azad bi berzkirina sloganên der barê şermezarkirina komployê dest pê kir.

Li bajarên Tirbespiyê xwepêşandan ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li ber avahiya Kongra Star bi dawî bû.

Di xwepêşandanê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin rakirin.

(sb)

ANHA