PYD’ê li Kobanê têkildarî Komploya Navneteweyî daxuyaniyek da

Partiya Yekitiya demokratîk li Kobanê bi wesîleya salvegera 28'an a Komploya Navneteweyî daxuyaniyek da.

PYD’ê li Kobanê têkildarî Komploya Navneteweyî daxuyaniyek da
8 cotmeh, 2026   13:05
KOBANÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî şermezar kir. 

Daxuyanî bi kurdî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xalîde Elî û bi erebî ji aliyê endamê PYD’ê  Simaîl Semio ve hat xwandin.

Berfirehiya daxuyaniyê bi vî awayî ye:

“Di wekî van rojan de, bîra mirovahiyê li beramberî yek ji xeternaktirîn komployên navneteweyî di serdema nûjen de disekine. Ew komplo ne tenê kesek bi taybet, lê belê Kurd wek netewe, gel û doz armanc girt. Dema ku hêzên emperyalîst û şaxên wê yên herêmî xwest ew koka ku îradeya azadiya kurdî û azadiya gelên herêmê jê şîn dibe rakin. Komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan di cewherê xwe de komployeke li ser tevahiya hebûna Kurd bû û hewldaneke bêhêvî ji bo reşkirina nasnameya kurdî û têkbirina projeya wî ya azadîxwaz û demokratîk bû.

Dek û dolabên wê komployê di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir, dema ku Rêber Apo neçar hiştin ku di bin gefa şer de ji Sûriyeyê derkeve. Di bin zextên dîplomatîk yên Amerîkayê de bo çar mehan deriyên mafê penaberiyê li Ewropa û Rûsyayê li ber hatin girtin. Li Naîrobiyê, cihê ku Rêber Apo hewl dida doza kurdî bîne korîdorên navneteweyî, berteka şefeqa 15'ê Reşemiya 1999'an hat da ku operasyona siyasî pêk bîne, ji ber ku îstixbarata Tirkiye, Amerîka, Îsraîl û Kenyayê di revandin û veguhastina wî ya bi rêya hewayî ber bi Tirkiyeyê ve bûn hevkar.

Dadgehkirina wî binpêkirineke aşkera ya hiqûqa navneteweyî û mafên mirovî pêk anî. Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê di 12'ê Gulana 2005'an de biryar da ku dadgehkirina wî ne bi edalet bû, ji ber hebûna dadwerê leşkerî, bêparhiştina Rêber Apo ji parêzeran zêdetirî 7 rojan û sînordarkirina mafê Rêber Apo ji dîtina dosyaya dozê. Her wiha Komîsera Bilind a Mafên Mirovan bal kişand ser dûrketina rêkarên dadgehê ji pîvanên navneteweyî ku girtina wî ya yekser deh rojan li dijî qanûna Tirkiyeyê bi xwe ye. Ev ne tenê serkeftinên hiqûqî ne, lê belê belgeyên navneteweyî ne ku teqez dikin ku ew zêdetirî çaryek sedsal e ku di bin girtina siyasî ya nezagonî de ye.

Em Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) gava ku em vê tawana xedar bi bîr tînin, teqez dikin ku komployê neteweya kurd di kûrahiya hebûna wê û projeya wê ya Netewa Demokratîk, Konfedaralîzma Demokratîk û Azadiya Jinê de armanc girt. Lê belê komplogeran şaş hesab kirin, ji ber ku fikir nayê girtin û paradîgma nayê zîndanîkirin û binkeftina wan ya aşkera derket holê.

Rizgarkirina fîzîkî ya Rêber Apo ne xweşiyeke siyasî ye, lê belê mercekî hiqûqî û exlaqî ye ku paşdevegera wê tune ye ji bo serkeftina projeya aştiyê û civaka demokratîk. Rêber Apo ji hundirê hucreya xwe ya takekes li Îmraliyê îspat kir ku ew xwedî îradeya rêbertî û şiyanên fikrî ye ji bo birêvebirina veguhastina demokratîk. Destpêşxêriyên wî yên dîrokî di yekkirina kurdan li parçeyên Kurdistanê li ser bingeha demokratî û aştiyê de xuyayî bûn, heta ku dewleta Tirk ji bo parastina xwe ji hilweşînê destê xwe bi çareseriyan dirêjî Rêber Apo dike piştî ku benê xwe li stuyê azadîxwazan gerandibû. Ji ber zanî ku bêyî çareserkirina doza kurdî û azadkirina Rêber Apo ji bo rêberiya qonaxa aştiyê, ti aştî çênabe. Azadkirina wî gaveke hiqûqî ya pêdivî ye ji bo ku bibe nûnertekî çalak yê ku dikare rasterast bi hemû aliyan re di têkiliyê de be û gelê xwe ber bi pêşerojeke demokratîk û azad ve bibe.

Di bîranîna vê roja reş de, em bangewaziyên xwe nû dikin û ji civaka navneteweyî û hêzên azadiyê daxwaz dikin ku nas bikin Rêber Abdullah Ocalan nûnerê rewa ê gelê Kurd e, di her projeya aştî ya rastîn de ku azadiya wî mercekî bê paşdeveger e, ji bo her aştiyeke domdar û aramiya li herêmê. Ev komplo bi dawî nabe heta ku ew bi fîzîkî neyê azadkirin û venegere nav gelê xwe, da ku projeya azadiyê ya ku têk naçe temam bike û rêvebirina Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk bike.”

(ct)

ANHA