SANA: Şandeyên leşkerî yên Amerîkî û Fransî li Şamê ne

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra bi şandeyeke leşkerî ya Amerîkayê re civiya, di heman demê de Fermandarê Hêzên Deryayî li ser keştiya "Surcouf" şandeyeke Fransî pêşwazî kir.

SANA: Şandeyên leşkerî yên Amerîkî û Fransî li Şamê ne
12 mijdar, 2026   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra bi şandeyeke leşkerî ya Amerîkayê re bi serokatiya Amîral Liam M. Hoolin, Fermandarê Hêza Peywirê ya Hevbeş a Operasyona “Ezem El Selb” re civiya.

Girêdayî mijarê, Fermandarê Hêzên Deryayî û Parastina Peravê yên Sûriyeyê Mihemed El Siûd bi şandeyeke leşkerî ya Fransayê re bi serokatiya Amîral Makara Ouk, ku çend efserên ji Hêzên Deryayî yên Neteweyî yên Fransî jî di nav de bûn, li ser keştiya Fransî "Surcouf" civiya.

Li gorî SANA, ev yekem serdana keştiyeke leşkerî ya Fransî bo Sûriyeyê ye.

(f)