3 kes ji ber teqîna mayînan birîndar bûn

Li gundewarên Til Temirê û Hemayê 3 kes ji ber teqîna mayînan û bermehiyên şer 3 kes birîndar bûn.

3 kes ji ber teqîna mayînan birîndar bûn
12 mijdar, 2026   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, li gundê El Exîbiş ê rojavayê Til Temirê zarokê bi navê Zahid Mehmûd Mensûr (12) ji ber teqîna mayînekê birîndar bû. Zahid ê ji koçberên Serêkaniyê ye, rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

Li bajarokê Hemamiyat ê gundewarê bakurê Hemayê jî du kes di encama teqîna mayînekê ya bermahiyên şer birîndar bûn.

(bb)