Di teqîna li Meyadînê de 2 çekdarên Şamê hatin kuştin
Di teqîna erebeyeke bombebarkirî li nêzî girtîgeha navendî ya li bajarê Meyadîn ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê de 2 endamên komên girêdayî desthilata Şamê hatin kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku erebeyeke bombekirî li nêzî girtîgeha navendî ya bajarê Meyadîn ê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê hat teqiya. Di encamê de 2 endamên desthilata Şamê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
SOHR'ê diyar kir ku piştî teqînê derdora cihê bûyerê hat dorpêçkirin û çûnûhatina sivîlan hat qedexekirin. Her wiha hêzên "Ewlekariya Giştî" yên desthilata Şamê ketin û derketina bajêr girtin û dest bi lêgerînê kir.
Ev teqîn, di demekê de Meyadîn şahidê aloziyên ewlehî yên zêde ye û tevgera komên çekdar zêde bûne, pêk hat.
(mh/fr)
ANHA