Sala xwendinê ya 2026-2027’an 6 Îlonê dest pê dike

Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî roja 6`ê Îlonê wek roja destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027’an destnîşan kir. Li dibistanên parêzgeha Hesekê û bajarê Kobanê jî dê materyalên Rêveberiya Xweser bên bikaranîn.

Sala xwendinê ya 2026-2027’an 6 Îlonê dest pê dike
3 tebax, 2026   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta demkî a Sûriyeyê roja destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027`an diyar kir.

Li gorî agahiyên ku malpera wezaretê dane, dewama îdarî ya perwerdeyê 1`ê Îlonê dest pê dike, dewama xwendekaran jî 6`ê Îlonê (2026) dest pê dike.

Li Rojava jî li gorî lihevkirinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de, pêvajoya xwendinê ya li gorî materyalên Rêveberiya Xweser li dibistanên parêzgeha Hesekê û bajarê Kobanê didome.

(sb)