Di navbera Rûsya û Ukraynayê de êrişên bi dronan

Di çend saetên borî de, di şerê Rûsya û Ukraynayê de pevçûneke berfireh a bi dronan qewimî. Moskovê ragihand ku hêzên wê êriş bir ser keştiyên ku pêdiviyên leşkerî yên ji bo Ukraynayê bar kiribûn.

Di navbera Rûsya û Ukraynayê de êrişên bi dronan
3 tebax, 2026   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê li Deryaya Reş û li Bendera Mykolaiv êriş birin ser 4 keştiyên ku pêdiviyên leşkerî yên ji bo Ukraynayê bar kiribûn. 

Ajansa nûçeyan a TASS ragihand ku piştî êrişeke bi dronan li depoyeke li herêma Vladîmîrê şewat derketiye.

Rayedarên Rûsyayê diyar kir ku êrişên bi dronên Ukraynayê yên roja Yekşemê bûne sedema mirina 8 kesan, zarokek û çend kes jî birîndar bûn, her wiha agir bi depo û tesîsên pîşesaziyê ketiye.

Moskovê ragihand ku di wê şevê de 635 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Hêza Hewayî ya Ukraynayê jî ragihand ku wan ji 181 dronên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine avêtin, 163 heb xistine xwarê.

(k)

ANHA