Li Siwêdayê êrişî dadgerekî kirin

Çekdaran bi 2 bombeyan êrişî nivîsgeha berpirsyarekî dadgeriyê yê li parêzgeha Siwêdayê kir. Di encama êrişê de tenê zirarê madî çêbûn.

Li Siwêdayê êrişî dadgerekî kirin
3 tebax, 2026   10:38
SIWÊDA

Îro di saetên berbangê de li Siwêdayî dengê teqînan hat bihîstin, paşê Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ragihand ku kesên nenas gerînendeyê Rêveberiya Dadweriya Leşkerî ya parêzgehê dadger Basil Ebû Fexir hedef girt. 

Fermandariyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku ev bûyer saet 02:00’an rû daye, dema ku dadger Ebû Fexir li nivîsgeha xwe bû, kesên nenas 2 bombe avêtin ber nivîsgeha wî. Tenê yek ji wan bombeyan teqiya. Di encamê bûyerê de tenê zirarên madî çêbûn.

 (sb)