MSD: Pêwîst e Koalîstona Navneteweyî li hember hovîtiya Tirkiyeyê helwesteke nîşan bide

MSDˊê êrişa li dijî Federasyona Gaziyan a li Qamişlo ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku li kêleka hevkarên xwe yên ku li dijî terorê şer kirine bisekinin û li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesteke cidî nîşan bide.

MSD: Pêwîst e Koalîstona Navneteweyî li hember hovîtiya Tirkiyeyê helwesteke nîşan bide
14 sibat, 2024   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Federasyona Gaziyan a li Qamişlo di 11'ê Sibatê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin hedefgirtina navenda gaziyan mezintirîn sûcên dewleta Tirk li dijî Sûriyeyê ye. Ev peyameke zelal e ku dewleta Tirk hîn jî destekê dide rêxistina terorî ya DAIŞ'ê. Her wiha di daxuyaniyê de ev êrişa hovane ya li dijî navendeke wiha ku semboliya wê di wîjdana Sûriyeyê de bi giştî heye bi tundî hat şermezarkirin. Ji ber ku endamên wê navendê ji ber tevahî cîhanê ve şer kirine û beşên laşê xwe dan.

Di berdewama daxuyaniyê de bang li Kaolîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hat kirin ku li kêleka hevkarên xwe ku li dijî terorê şer kirine bisekinin û li hember hovîtiya Tirkiyeyê a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesteke cidî nîşan bide. Her wiha bang li civata navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê û Komkara Dewletên Ereban hat kirin ku ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk û binpêkirinên wê yên li dijî xaka Sûriyeyê xwedî li erkê xwe derkevin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk ên Sûriyeyê hat kirin ku dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê red bikin û tev li diyaloga nîştimanî ya ku MSD'ê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê daye destpêkirin bin, ji ber ku ew rêya tekane ya bidawîkirina dagirkeriya Tirk û hemû hêzên biyanî ye.

(mh)