Artêşa DYA'ê li keştiyekê da: 2 kes hatin kuştin

Artêşa Amerîkayê ragihand ku wê li Deryaya Karayîbê li keştiyekê xistiye û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Artêşa DYA'ê li keştiyekê da: 2 kes hatin kuştin
5 gulan, 2026   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li Deryaya Karayîbê keştiyek kiri hedef. Di encamê de 2 kes hatin kuştin. Kesên hatin kuştin jî wek 'narko-terorîst' hatin pênasekirin.

Fermandariya Başûr a DYA'yê jî der barê mijarê de daxuyaniyek li ser X'ê parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin "Operasyon li ser bingehên agahiyên îstîxbaratê, 4'ê Gulanê bi fermana fermandarê wê General Francis Donovan û ji aliyê Koma Peywirê ya Hevbeş "Southern Spear" ve hat pêkanîn."

Her wiha hate destnîşankirin ku operasyon di çarçoveya têkoşîna li dijî şebekeyên bazirganên narkotîkê de hatiye kirin û tu zerar negihiştin hêzên operasyonê.

(bb)