Rûsyayê li Kîevê êrişî depoyek kir: 37 kes hatin kuştin

Di êrişeke bi dronê Rûsyayê de li dijî depoyeke li nêzî Kîevê de herî kêm 37 kes hatin kuştin, şewat û teqîn çêbûn.

Rûsyayê li Kîevê êrişî depoyek kir: 37 kes hatin kuştin
29 tebax, 2026   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Droneke Rûsyayê êrişî depoyekê li bajarokê Mila yê li rojavayê Kîevê kir, herî kêm 37 kes hatin kuştin, şewat û teqîn çêbûn.

Rayedarên Ukraynayê di daxuyaniyekê de îro got wekî dixuye depo ji bo depokirina teqemeniyan bû. Nivîsgeha Dozgerê Giştî têkildarî gelo hilanîna teqemeniyan di vê depoyê de qanûnî ye yan na lêpirsîn vekir.

Serokê rêveberiya leşkerî ya Kîevê Timur Tkachenko anî ziman ku dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe û di nav de şaredarê Dmitrivskayê Taras Dedic jî hebe.

Rojnamevanên Ajansa Frans-Presê (AFP) dîtin ku dûmaneke reş ji asîmanê deverên rojavayê paytexê bilind dibe, şewata li cihê hedefgirtinê dewam dike.

(f)