Hikumeta veguhêz mazot li ser firnan û xizmetguzariya Hesekê rawestand

Hikumeta veguhêz para mazota firnan û hin beşên xizmetguzariyê ya Hesekê rawestandin.

Hikumeta veguhêz mazot li ser firnan û xizmetguzariya Hesekê rawestand
29 tebax, 2026   18:32
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa me, piştî rawestandina mîqdara mazotê ya ji Şîrketa El Cizîrê dihatin şandin, hikumeta verguhêz a Sûriyeyê para mazotê ya firnan û hin beşên xizmetguzariyê ya parêzgeha Hesekê rawestandin.

Sedemên li pişt vê yekê û dema ku wê dirêj bike nehatine zelalkirin.

Çavkaniyan da zanîn ku aliyên eleqedar ji bo zelalkirinekê mijarê dixebitin da ku mekanîzmaya dabînkirina mazotê û saziya ku dê di qonaxa bê de berpirsiyara dabînkirina wê diyar bibe.

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, tu zelalkirineke fermî der barê sedemên rawestandina şandina mazotê yan jî altarnatîfên dabînkirina hewcedariyên firnan û xizmetguzariyê li parêzgehê de nehatiye dayîn.

(f)