Di êrişa li ser Xezayê de 6 kes hatin kuştin

Îsraîlê êrişî deverên cuda yên Şerîda Xezayê kir, di encamê de 6 kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Di êrişa li ser Xezayê de 6 kes hatin kuştin
29 tebax, 2026   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî û tibî yên Şerîda Xezayê, di 24 saetên borî de ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser herêmên cuda yên Şerîda Xezayê de 6 filistînî hatin kuştin.

Di êrişa li ser bajarokê Qerara yê bakurê rojhilatê Xan Yûnis 3 cotyar, li bajarê Xezayê 2 filistînî, li herêma rojhilatê bajarokê Mesder ê rojhilatê Dêr El Beleh kesekî din, hatin kuştin.

Di heman demê de li derdora “Erd El Teyibe” ya Xan Yûnisê de 2 kes birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyê, yek ji wan bi giranî birîndar bûye.

(f)