Rûsyayê bejahiya Idlibê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê 8 caran li bejahiya Idlibê û derdora wê êriş pêk anîn.

Rûsyayê bejahiya Idlibê bombebaran kir
7 mijdar, 2023   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê 8 caran li Idlibê û derdora wê êriş kirine.

SOHR`ê da zanîn ku balafirên şer ên Rûsyayê 3 caran herêma baregehan a li nêzî kampên koçberan li El Şêx Behir, 3 caran baregehên çeteyên Tehrîr El Şam û Ensarullah ên li gundê Meşûn, 2 caran jî herêma El Şêx Sindiyan-Xane bombebaran kirine.

Ji destpêka Mijdarê ve balafirên şer ên Rûsyayê 32 car in herêmên Idlibê bombebaran dikin.

Tê destnîşankirin ku balafirên şer ên Rûsyayê ji Cotmeha ve û heta niha 151 êrişên hewayî pêk anîne. Jê 121 li Idlibê, 23 li gundewarê Laziqiye û 7 caran li dijî deştê Xabê yê gundewarê Hemayê.

(şx)