Hejmara qurbaniyên şerê li Xeza 10 hezar derbas kiriye

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji 7`ê Cotmehê ve ji ber şerê li Xezayê 10 hezar û 165 kes hatine kuştin, nêzî 27 hezar kes jî birîndar bûne.

Hejmara qurbaniyên şerê li Xeza 10 hezar derbas kiriye
7 mijdar, 2023   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro daxuyaniyek weşand û bîlançoya kuştî û birîndarên şerê li Xezayê yê ji 7`ê Cotmehê (dema destpêkirina operasyona Hemasê) ve dewam dike eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji 7`ê Cotmehê ve li Xezayê 10 hezar û 10 kes hatine kuştin, zêdetirî 25 hezar kes birîndar bûne, li Dîfa Xerbiyê jî 155 kes hatine kuştin, nêzî 2 hezar û 250 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê duh (6 Mijdar) daxuyandibû ku ji 7`ê Cotmehê ve 347 leşkerên wan di şer de hatine kuştin.

(c)