Rûsya û Ukrayanyê 160 dîl bi hev guhertin

Rûsya û Ukraynayê bi navbeynkariya Îmaratê 160 dîlgirtî bi hev guhertin.

Rûsya û Ukrayanyê 160 dîl bi hev guhertin
26 hezîran, 2026   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Rûsyayê duh (Pêncşem) 160 leşkerên xwe ji herêmên di bin kontrola desthilata Ukraynayê vegerandin û 160 dîlgirtiyên hêzên Ukraynayê jî radestî wan kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku leşkerên Rûsyayê yên vegerandin, niha li Belarûsê lênihêrîna psîkolojîk û bijîşkî ya pêwîst werdigirin, paşê dê ji bo temamkirina dermankirin û rehabîlîtasyona wan li saziyên bijîşkî yên girêdayî Wezareta Parastinê werin veguhestin.

Wezaretê ragihand ku pevguhertina dîlgirtiyan bi navbeynkariya Îmarata Erebî pêk hat.

Di 5‘ê Hezîranê de jî 185 girtiyên Rûsyayê li beramberî 185 dîlên Ukraynayê bi hev hatin guhertin.

(bb)