Dan û standin û pevçûn li Lubnanê berdewam in

Êrişên hewayî yên Îsraîlê û dan û standinên nerasterast di navbera Lubnan û Îsraîlê de bi navbeynkariya DYA’yê berdewam dikin.

Dan û standin û pevçûn li Lubnanê berdewam in
26 hezîran, 2026   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 4 leşkerên wê ku 2 jê efser in, di pevçûneke li başûrê Lubnanê de birîndar bûne. Di heman demê de êrişên hewayî yên Îsraîlê li dijî deverên li başûrê Lubnanê berdewam kirin.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê roja Înê sibehê 2 êrişên hewayî li derdora bajarokê Nabatieh El Fawqa a li başûrê Lubnanê pêk anîn, di encamê de 2 kes hatin kuiştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî rayedarên Lubnanê, di bûyerek cuda de, di teqîna teqemeniyekê de li bajarokê Mansûrî kesek hat kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.

Serokê Lubnanê Joseph Ewn daxuyaniya serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ya têkildarî hewldanên ji bo avakirina hevpeymaniyek navneteweyî ji bo çêkirina mekanîzmayeke ji bo qonaxa piştî UNIFIL (Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê) erênî nirxand.

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku dan û standinên nerasterast ên di navbera Îsraîl û Lubnanê de, bi navbeynkariya Washingtonê dê dewam bikin, piştî ku biryar bû ku roja Pêncşemê biqede.

Sekreterê giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim di gotarekê de ku di dawiya meşa Aşûrayê de hat pêşkêşkirin, îdia kir ku partî di "rawestandina êrîşkariyê û têkbirina projeya Îsraîl-Amerîkî" de bi ser ketiye, û memoranduma têgihîştinê ya dawî wekî "daxuyaniyek fermî ya têkçûna Amerîka û Îsraîlê" bi nav kir.

Wî her wiha bang li rayedarên Lubnanê kir ku yekîtiya neteweyî xurt bikin û hewldanên ji nû ve avakirinê bilezînin, û diyar kir ku têgihîştinên herêmî dikarin bibin alîkar ku piştgirîya aramî û serweriya Lubnanê bikin.

(k)