Rûsya û DYA’yê xwestin Konseya Ewlekariyê têkildarî Sûriyeyê bicive

Dîplomatan gotin, Amerîka û Rûsyayê ji Konseya Ewlekariyê ya NY’yê daxwaz kirine ku civîneke girtî der barê tundiya li Sûriyeyê de li dar bixe.

Rûsya û DYA’yê xwestin Konseya Ewlekariyê têkildarî Sûriyeyê bicive
10 adar, 2025   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şandeya Rûsya ya li Neteweyên Yekbûyî, Rûsya û Amerîkayê duh xwestin ku Konseya Ewlekariyê der barê Sûriyeyê de civînek girtî li dar bixe. 

Cîgirê Nûnerê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Dîmîtrî Polyanskî li ser kanala xwe ya Telegramê got: "Rûsya û Amerîkayê ji ber tundiya li dijî sivîlan li rojavayê Sûriyê daxwaza civîneke girtî ya bilez ji Konseya Ewlekariyê ya NY’yê kirine."

Polyanskî her wiha got: "Em çaverê dikin ku serokatiya Danîmarkî ya konseyê 10’ê Adarê saet 10.00’an li gorî dema New Yorkê veqetîne."

(bb)