72 saet, 39 komkujî, 973 kuştî

Di 72 saetên dawî de li herêmên peravê yê Sûryeyê, di encama 39 komkujiyan de 973 kes hatin kuştin.

72 saet, 39 komkujî, 973 kuştî
10 adar, 2025   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku li hin bajarên peravê yê Sûriyeyê rewş hinekî ber bi aramiyê ve çû û rewşa şer û pevçûnên çekdarî di navbera hêzên desthilata Şamê û çekdaran de kêm bû, êdî nîşanên wêranî û kuştinê diyar bûn.

Dîmenên ku ji herêmê hatine kişandin dikanên talankirî, embarên xwarinê hatine valakirin û gelek maşîneyên sivîlan ên li her du aliyên rê hatine şewitandin, nîşan dide.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku li taxên bajarê Laziqiyê yên weke El Salîba, Sakanturî û Qaninas hinekî liv û tevgera şêniyan xuya dike, lê malên li taxên Demserxo û Elî Cemal ji tirsa kuştin û êrişan vala bûne. Niha şer û pevçûn li gundewarê Laziqiyê bi taybetî li gundewarên El Hife û gundewarên Ceblê diqewimin.

NÊZÎ 40 KOMKUJÎ

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku ji 7’ê Adarê ve, anku di nava 72 saetan de, li bajarên peravê û gundewarên wan 39 komkujî pêk hatin.

SOHR`ê her wiha  komkujiyên nû li taxa Quneytra li Tartûs, bajarê Baniyas, taxa Datûr li Laziqiyê, û gundên Ramliya û Rasafa li gundewarê Misyafê belge kir. SOHR’ê ragihand ku di encama wan komkujiyan de jin û zarok jî di nav de 973 sivîl hatine kuştin

"JI TOLHILDANA MEZHEBÎ RE NA"

Di vê çarçoveyê de çalakvan û şêniyan duh li meydana El Kerama ya bajarê Siwêdayê, li dijî bûyerên ku li peravê diqewimin, xwepêşandan kirin û daxwaza rawestandina komkujiyên li dijî sivîlan kirin.

Xwepêşanderan pankartên bi nivîsên “Komkujiya Kîmewî ya Guta 2013”, “Komkujiya Qelb Lawzah 2015”, “Komkujiya Peravê 2025”, “Terorîzm yek e… kuştina sivîlan sûc e” û “Şoreşa me ne ji bo tolhildanê lê ji bo  jiyaneke bi rûmet bû” vekirin.

(k)