Rûsya sînorê xwe yê deryayî ji nû ve xêz dike

Wezarera Parastinê ya Rûsyayê pêşniyar kir ku sînorê di deryaya Baltîk de bê guhartin.

Rûsya sînorê xwe yê deryayî ji nû ve xêz dike
22 gulan 2024   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsysyê pêşniyar kir ku sînorê ava herêmê ya Rûsyayê bi deryaya Baltîkê re bê guhartin. Wê yekê hişt Fînlanda û Letwanya ku endamên NATOˊyê de hêrsa xwe nîşan bin.

Li gorî projeyê, wezaretê pêşniyar kir ku sînorê derdora Rûsyayê, li rojhilatê kendava Fînlanda û derdora Lînîngradê, bê guhartin.

Li gorî Wezaretê, ger ev proje bê erêkirin dê di Çileya 2025'an de bikeve pratîkê.

Wezaretê pêşniyara guhartinê rewa kir ku Yekitiya Sovyetê di 1985ˊan de nexşeyên deryayî yên sedsala 20ˊan de bi kar anîn û ev jî bi koordînatên nûjen ên nexşeyan re li hev nayê.

Têkildarî wê, serokê Fînlanda Alexander Stubb diyar kir ku hikumeta Fînlanda der barê agahiyên girêdayî diyarkirina sînorê deryayî yê kendava Fînlanda de, dest bi taqîkirinê kiriye.

Her wiha destnîşan kir ku Rûsyayê der barê vê mijarê de bi Fînlanda re tu têkilî nekirin.

Her wiha, wezîrê karên derve yê Letwanyayê destnîşan kir ku pêşniyariya Rûsyayê dê bibe sedem ku alozî li dijî NATO'yê û Yekitiya Ewropayê derkevin.

(mh)