‘Bi yekitî û hevgirtinê em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa xwe biparêzin’

Şêniyên Çilaxayê girêdana xwe bi axa xwe û şoreşa xwe ve anîn ziman û dane zanîn ku ew ê bi yekitî û hevgirtina xwe dagirkeriyê têk bibin û şoreşa xwe biparêzin.

‘Bi yekitî û hevgirtinê em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa xwe biparêzin’
19 kanûn, 2024   05:10
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Ji dema hilweşandina rejîma Baas a Sûriyeyê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin aramî û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin.

Der barê mijarê de şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji pêkhateyên cuda dane zanîn ku ew ê bi hêzên xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk re li hember êrişan bisekinin û herêmê û destkeftiyên xwe biparêzin.

Şêniya bi navê Mehade Remezan got di pêvajoya niha de divê hemû pêkhateyên herêmê, ji hemû mezheb û neteweyan, di hemû waran de li ber xwe dibin û destkeftiyên xwe biparêzin.

Mehade her wiha got: “Ji destpêka şoreşê ve me xwe li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye û em ê li hember hemû zehmetiyan li ber xwe bidin. Divê em li hember şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hişyar bin. Ew dixwazin vîna me dêk bibin, lewmw divê her kes baldar be û li hemberî kesên ku dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de belav bikin, tê bikoşin.”

Şêniyê bi navê Xelîl Diyab jî der barê mijarê de got: “Divê em di vê qonaxa dîrokî ya nû li Sûriyeyê de li dora rêveberiya xwe bibin yek û em destên xwe bidin hev. Çi qas em karibin bi yek destî berxwedan û berevaniyê bikin, em ê ew qasî bikarin bigihêjin armancên xwe yên avakirina Sûriyeyeke demokratîk û piralî ji bo hemû gelê Sûriyeyê.”

Şêniyê bi navê Mîlad El Akob jî diyar kur pêkhateyên herêmê 14 salan di bin sîwana Şoreşa 19’ê Tîrmehê de li ber xwe da û wiha dewam kir: "Me bi hev re li hember hemû hewldanên ku dixwestin me ji hev cuda bikin li ber xwe da, me planên wan pûç kir, lewma ev bangên me yên ji bo hevgirtinê ne tiştekî nû ye.”

El Akob di berdewama axaftina xwe de got: “Em pêkhateyên herêmê ne, bi hezarê salan e em bi hev re dijîn û dîroka me tijî çîrokên hevgirtinê yen li dijî hêzên dagirker e. Di bin sîwana Şoreşa 19'ê Tîrmehê de ev yekitî pêk hat xwîna me ji bo parastina vê yekitiyê tevlihev bûye. Lewma divê em nehêlin tu kes hevgirtina me têk bibe.”

(k)

ANHA