Rûspiyên Al El Beyt: Em li pişta QSD'ê û koçberan in

Rûspiyên Al El Beyt ên Girkê Legê hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê, piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da.

Rûspiyên Al El Beyt: Em li pişta QSD'ê û koçberan in
Rûspiyên Al El Beyt: Em li pişta QSD'ê û koçberan in
9 kanûn, 2024   21:14
QAMIŞLO

Rûspiyên Al El Beyt ên gundê Kaniya Nebî yê bajarê Girkê Legê der barê geşedanên dawîn de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Medîn Seyid Ehmed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarên Heleb û Minbicê hatin şermezarkirin.  Di vê dawiyê de komên tarî û terorîst destdirêjî li jinan kirin û revandin. Her wiha rûspiyan destwerdanên derve, di serî de destwerdanên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca parçekirina Sûriyeyê û yekitiya xaka wê red kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de rûspiyan piştgirî da tevahî rê û rêbazên jiyana hevbeş ku têkiliyên dîrokî di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de werin parastin.

Di dawiya daxuyaniyê de rûspiyan berxwedana dîrokî ya gel û hêzên QSDˋê silav kir û bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên mirovî û hiqûqî û komeleyên xêrxwaz kir ku piştgiriyê bidin gelê kantona Efrîn û Şehba û Helebê.

(mh/fr)

ANHA