Meclisa Leşkerî ya Suryanî banga parastina gelê Sûriyeyê kir

Meclisa Leşkerî ya Suryanî bang li pêkhateya Suryanî-Asûrî-Kildanî ya li Sûriyeyê kir ku tev li hêzên leşkerî bibin û parastina welat bikin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî banga parastina gelê Sûriyeyê kir
9 kanûn, 2024   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî der barê rûdanên piştî hilweşîna rejîma Baasˋê de daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Pişît ketina rejîma Esed a çewsîner û kujer û veguhastina ber bi qonaxeke nû ya avakirina Sûriyeyeke demokrat, pireng û nenavendî, em bang li gelê xwe yê pêkhateya Suryan-Asûrî-Kildanî ya li tevahî Sûriyeyê dikin ku parastina xak û welatê xwe bikin û tev li hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî bibin. Em soz didin gelê xwe ku destekê bidin her kesê dixwaza dest bi gavên nû bike ku bikevin xizmetê tevahî gelê Sûriyeyê. Em hêzeke leşkerî ne, me di oxira avakirina Sûriyeyeke bi tevahî pêkhate û etnîkên wê de gelek şervan dan.

Em ê li eniyên şer bin û parastina gelê xwe di van rewşên zehmet de bikin. Em soz didin şehîdên xwe em ê li ser armancên wan bin."

(fr)