Depo û alavên leşkerî rejîmê yên li herêmê hatin bombebarankirin

Balafirên şer ên Îsraîlê depoyên cebilxane û alavên leşkerî yên rejîma berê yên li gelek deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin.

Depo û alavên leşkerî rejîmê yên li herêmê hatin bombebarankirin
9 kanûn, 2024   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Qamişlo, her wiha Amûdê û bajarên din ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê teqînên xurt hate bihîstin.

Nûçegihanê me diyar kir ku dengê teqînên hatiye bihîstin, ji ber hedefgirtina depoyên cebilxane û alavên leşkerî yên rejîma berê bû.

Her wiha Desteya Weşanê ya Îsraîlê jî diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê îro zêdetirî 150 derbe li dijî armancên leşkerî yên li hundirê Sûriyeyê li bajarê Laziqiye, Şam, Hums û Qamişloyê pêk anîn.

Desteyê aşkera kir ku êrişên hatine kirin li dijî tank, balafir û helîkopterên leşkerî yên Sûriyeyê bûn.

Çavdêrên xwecih jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî van nuqteyan êriş pêk anîne ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tu sûdê ji wan nuqteyan wernegirin.

(fr)