Rûspiyê êla Omeriya: Parçebûn siberoja Kurdan dixe xetereyê

Rûspiyê êla Omeriya Sertîp Cizîrî anî ziman ku yekitî ne vebijêrek e, lê pêdiviyeke çarenûsî ya lezîn e û bang li aliyên kurdî kir ku berjewendiyên giştî di ser her tiştî re bigirin û yekitiya xwe ava bikin.

Rûspiyê êla Omeriya: Parçebûn siberoja Kurdan dixe xetereyê
3 gulan, 2026   06:55
QAMIŞLO

Rûspiyê êla Omeriya Sertîp Cizîrî diyar kir ku pêdiviya qonaxa heyî bi yekitiya kurdî ya rasteqîn heye ku bikare li hember arîşeyên li herêmên Rojava bibe bersiv.

Sertîp Cizîrî got: "Gelê Kurd ji kêliya yekemîn a destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve, li tevahiya eniyan bi şervanên xwe re bû û hemû cureyên desteka madî û manewî pêşkêşî wan kir.  Gelê Kurd rojekê ji erka xwe ya li hemberî doza xwe dudilî nebû, lê di hemû qonaxan û hemû mercan de amade bû.”

Cizîrî diyar kir ku pirsgirêkên li hemberî civaka kurdî ne tenê xetereyên ji derve ve û ev li gotinên xwe zêde kir: "Nakokî navxweyî di navbera partiyan de jî hene. Ji ber van nakokiyan parçebûn û belavbûn çêbû. Di encamê de bandoreke neyinî li rêgeha doza kurdî kir."

Sertîp Cizîrî da zanîn ku pirbûna hejmara partiyan û tunebûna nêrîneke hevbeş an jî projeyeke yekbûyî civak gihand rewşeke xetimî û got: "Ji bo yekitiya kurdî ya rasteqîn a dûrî berjewendiyên teng û nakokiyên şexsî pêk were xebateke lezgîn, cidî û berpiryarî tên xwestin.”

Cizîrî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku di vê qonaxa heyî de divê berjewendiyên giştî di ser berjewendiyên partiyetî re werin girtin û xwest Kurd ji şaşiyên berê sûdê wergirin û rê nedin ku dubare bibin. Her wiha ji bo parastina ziman û nasnaemya kurdî banga têkoşînê kir û got ziman û nasname bingehîn habûn û berdewama gel e.

Sertîp Cizîrî hişyarî da ku berdewama parçebûn û nakokiyan di navbera partiyan de dê bibe sedema lawaziya helwesta Kurdan û siberoja doza kurdî tehdît dike.

Cizîrî bang li partiyên ku rola xwe bi awayekî çalak nalîzin kir û got: "Helwesta xwe binirxînin, were xwestin xwe fesix bikin û rê bidin hêzên ku karibin ji ber berjewendiyên gelê Kurd bixebitin; ji ber ku yekitiya Kurdan rêya yekane ya rûbirûbûna rageşiyên heyî û parastina istiqrara herêmê ye."

Rûspiyê êla Omeriya Sertîp Cizîrî destnîşan kir ku pêdiviya qonaxa heyî bi hişyarî û berpirsyareke civakî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Kurd tevî ku berdêlên giran dane, eger bibin yek û hemû hêzên wê rolên xwe pêk bînin, hingî dê karibin pirsgirêkan derbas bikin."

(bb)

ANHA