Bandorên bilindbûna bihayê mazotê li ser rewşa debarê û aborî

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê ji ber bilindbûna bihayê mazotê û bandorên wê yên li ser debarê, çandinî, veguhastin û tevgera bazaran giliyên xwe anîn ziman. Rêveberiya Sotmeniyê diyar kir ku biryara guhertina bihayê mazotê li ser asta Sûriyeyê pêk hatiye.

Bandorên bilindbûna bihayê mazotê li ser rewşa debarê û aborî
Bandorên bilindbûna bihayê mazotê li ser rewşa debarê û aborî
Bandorên bilindbûna bihayê mazotê li ser rewşa debarê û aborî
Bandorên bilindbûna bihayê mazotê li ser rewşa debarê û aborî
Bandorên bilindbûna bihayê mazotê li ser rewşa debarê û aborî
3 gulan, 2026   02:35
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Rêveberiya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê di çarçoveya bicihanîna mekanîzmeya yekkirina bihayan û lihevkirinên entegrekirina saziyan de, bihayê lîtreya mazotê kir 75 sent. Bihabûn ji bo qadên xizmetguzarî, çandinî û pêşesazî nehatiye guhertin.

Bilindbûna bihayê mazotê bandor li rewşa debarê û aborî kiriye. Bajarê Dirbêsiyê jî di nav de ji ber bilindbûna bihayê mazotê, bihayê kel û pelan bilind bûye. Ev yek jî bandoreke rasterast li qadên çandinî, veguhestin û bazaran kir. Şêniyan daxwaza kêmkirina bihayan û çavdêriya li bazaran kirin.

Cotkarê bi navê Xalid Mecdo diyar kir ku bilindkirina bihayê mazotê bandoreke mezin li şêniyan kir û got: "Ev biryar ji nişka ve derket û barê me yê debarê zêdetir kir."

Xalid Mecdo anî ziman ku ji ber bilindkirina bihayê mazotê, xebata çandiniyê û pêxistina jenartoran zehmetir bûne û wiha domand "Beriya biryara zêdekirina bihayê mazotê, rewşa debarê baştir bû. Lê niha zehmet bûye. Biryarê bandor li tevgera çûn û hatinê jî, ji ber ku bi bihayê sotemeniyê ve girêdayî ye.”

Xalid Mecdo banga kêmkirina bihayê mazot, zêdekirina çavdêriya li bazaran û rêgirtina li ber keysbaziya bazirganan kir.

Şêniyê bi navê Telal Bedran jî destnîşan kir ku bilindkirina bihayê mazotê bandoreke rasterast li beşa veguhestinê kir û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Kiriya barkirinê heya bajarê Qamişloyê ji nêzî 350 hezar lîreyên Sûriyeyî bûye di navbera 452-500 hezarî. Di heman demê de bihayên kel û pelan li bazaran bilind bûne."

Telal Bedran di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku divê rola zaîbteyê çalaktir be û got: "Em dixwazin biryar werin dayîn ku rewşa me ya debarê ya zehmet li ber çavan bigire."

Ehmed Felek jî diyar kir ku bihakirina mazotê bandoreke mezin li jiyana bazirganî û debarê kir û got, berê biha baştir bû ku bandoreke baş li tevgera kirîn û firotinê dikir.

Felek da zanîn ku di dema dawîn de biha bilind bûye û hêza kirînê ya welatiyan bi taybetî ya xizanan paşketiye û wiha domand "Vê rewşê bandor li xwendiyên dikanên bazirganiyê jî kir, ji ber ku firotin kêm bûye. Di heman demê de bihayên sebeze û pêdiviyên bingehîn li gorî dema borî bilind bûne."

Rêveberiya Sotemeniyê ya bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku biryara bilindkirina bihayê mazotê ne ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, lê ji aliyê hikumeta demkî ve bi armanca yekkirina biha ve li tevahiya Sûriyeyê hate dayîn.

Rêveberiyê diyar kir ku bihayê lîtreyeke mazotê berê 5 hezar û 600 lîre bû, lê niha bûya 75 sent amerîkî an ku 9 hezar û 500 lîreyan.

Rêveberiya Sotemeniyê da zanîn ku bihayê cureyên din ên sotemeniyê û mazota ji bo xizmetguzariyê nehatiye guhertin û ev agahî dan: "Bihayê mazota ampêran 125 lîreyên sûriyeyî, mazota ji bo firine û pêşesaziyê 2 hezar lîreye ye. Her wiha mazota ji bo saziyan bi 3 hezar û 50 lîreyan e.”

Rêveberiya Zabîteyê jî destnîşan kir ku bilindbûna bihayê hin kelûpelan ji ber zêdebûna lêçûnên veguhastin û hilberînê ye ku bi bilindbûna buhayên mazotê ve girêdayî ye. Rêveberiya anî ziman ku dê çavdêriyê li bazarê û kontrolkirina bihayan bidomîne.

Rêveberiya Zaîteyê diyar kir ku bihayê li gorî nixê dilar e ku rojane diguhere û aşkera kir ku hin bazirgan bi dolar an jî hevsengiya wan bi lîreyên Sûriyeyê firtonê dikin.

Rêveberiyê da zanîn ew bi berdewamî buhayên bi rêjeya danûstandinê re berawird dike. Wê diyar kir ku heke rêjeya qezencê di nav rêzek piçûk a 1,000 heta 2,000 lîreyên Sûrî de bimîne, tu binpêkirin nayê dayîn. Lêbelê, heke ew ji vê sînor derbas bibe, ew wekî binpêkirin tê hesibandin, û tedbîrên qanûnî yên pêwîst têne girtin.

Rêveberiyê diyar kir ku ew bihayan dişopînin, eger rêjeya sûdê guncaw be an ku derdora hezar yan 2 hezar lîre be ew tiştekî nakin, lê eger zêdetir  be tedbîrên qanûnî tên wergirtin.

 (bb)

ANHA