Li sînorê Urdunê pevçûn derket

Li başûrê Sûriyeyê dema ku çekdaran hewl dida ji herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derbasî Urdunê bibin, di navbera wan û pasdarên artêşa Urdunê de pevçûn derket. Di encamê de çekdar hatin kuştin.

Li sînorê Urdunê pevçûn derket
7 cotmeh, 2025   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çekdaran hewl dide bi awayekî ne rewa ji herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derbasî Urdunê bibin lê ew hewldan ji aliyê pasdarên artêşa Urdunê ve hate têkbirin.

Hat diyarkirin ku 3 çekdarên ku bi xwe Sûriyeyî ne, hatin kuştin.

Berî demekê jî dema ku welatiyekî ji Dêrazorê hewl dida çekan bi awayekî qaçax ji Urdunê derbasî Sûriyeyê bike, hat kuştin. Di wê pevçûnê de jî 3 leşkerên Urdunê hatin kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê qaçaxtiya çek û madeyên hişbir zêde bûye.

(mh)