Rola jinan di siyasetê de nîqaş kirin

Meclisa Jinan a PYD'ê rewşa siyasî û girîngiya beşdariya siyasî ya jinan di avakirina Sûriyeya siberojê de nîqaş kir.

Rola jinan di siyasetê de nîqaş kirin
Rola jinan di siyasetê de nîqaş kirin
Rola jinan di siyasetê de nîqaş kirin
Rola jinan di siyasetê de nîqaş kirin
Rola jinan di siyasetê de nîqaş kirin
14 nîsan, 2026   15:25
HESEKÊ

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî û rola jinan di siberoja Sûriyeyê de civînek li bajarê Dirbêsiyê li dar xist. Endam û rêveberên saziyên sivîl û meclisan, tevgerên jinan beşdarî civînê bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre beşdaran nêrînên xwe der barê rewşa siyasî û girîngiya mîsogerkirina mafên jinan di siberojê de anîn ziman.

Ji rêveberên Meclisa Jinan a PYD'ê Netewî Xemgîn axivî û anî ziman ku jin li hemberî hemû pirsgirêk û astengiyan têkoşînê didomînin, her wiha destnîşan kir ku hikumeta demkî rola jinan li gorî tê xwestin qebûl nake.

Neteweyî Xemgîn bal kişand ser pêvajoya entegrasyonê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkmî de jî û got, divê mafên jinan û hebûna wan di qadên siyasî û civakî de werin mîsogerkirin.

(bb)

ANHA