Rola jinan di destûrê de û parastina mafên wan bûn rojeva forumekê

Meclisa Jinan a TEV-DEM bi forumekê rola jinan di pêkanîna aştiyê û avakirina pêşerojê de nîqaş kir. Ji bo beşdariya jinan di avakirina civakeke demokratîk, adilane û ewle de nerînên xwe yên pêşerojê diyar kir.

4 tebax, 2026   16:39
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi dirûşma “Jin stûna aştiyê, misogeriya mafên civakê û avakera şaristaniyê ye”, foruma jina Sûriyeyî û avakirina pêşerojê li kafîterya Lux ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo li dar xist. Çalakvan û siyasetmedarên jin, tevgerên jinan û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li forumê amade bûn. 

Forum bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê Hevseroka TEV-DEM Remziya Mihemed axivî û got: “Jin jêdera ewlebûnê ji bo şoreşê û xakê bû, destkeftiyên ku jinan ji salên destpêkê yên şoreşê bi dest xiste niha bûne nimûne û nasnameya jinên li herêmê.”

Remziya destnîşan kir ku ev forum bal dikşîne ser rola jinan di çêkirina destûrê, parastina mafê jinan û pêşxistina hebûna jinan di hemû qadên jiyanê de û wiha pê de çû: “Bi îradeya jinan YPJ`ê hate damezrandin. Bi hezaran jin hatin rizgarkirin û rola jinan di rizgarkirina civaka Êzidî de ya herî li pêş bû.”

Di bernameya forumê de 3 xalên sereke hatin nîqaşkirin:

XALA YEKEMÎN: JIN Û AŞTÎ

Xala yekemîn ji hêla Endama Rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma ve hat birêvebirin. Evîn Cuma behsa rola jinên li Sûriyeyê di pêkanîna istiqrarê, makanîzmeyên lêgerîna rastiyan û rêgirtina ber diyardeya tundiya civakî kir. Evîn bal kişand ser çareseriyên ji bo avakirina aştiyeke domdar û giştî, a pêşxistina mafê jinan û zarokan.

XALA DUYEMÎN: PARASTINA QANÛNÎ Û DESTÛRÎ

Xala duyemîn jî ji aliyê Hevseroka Yekitiya Parêzerên a Herêma Cizîrê Xanim Eyo ve hat birêvebirin. Xanim bal kişand ser girîngiya qada hiqûqî û zagonsazî ji bo beşdariya aktîv a jinan di qadên siyasî, leşkerî, dadwerî û rêveberiyê de. Her wiha rêyên aktîvkirina hevpeymanên navneteweyî wekî ya “CEDAW” û biryara neteweyî ya 1325`an nîqaş kir.

XALA SÊYEMÎN: HÊZA NERM Û ROLA JIN

Di xala sêyemîn de jî endama Meclisa Jinan a TEV-DEM Efaf Heskê behsa bandora jinan di avakirina hişmendiya giştî bi rêya çand, huner û ragihandinê de. Efafê diyar kir ku hêza nerm dikare ji nû re nasnameya nû ya Sûriyeyê çêbike û di navbera hemû pêkhateyan de bibe mîna pirekê.

Di çarçoveya her 3 xalan de beşdaran nîqaş pêşxist û diyar kirin ku 14 sal ji têkoşînê wan di azadiya jin û civakê destkeftî bidestxistine. Her wiha hate destnîşankirin ku divê xebatê di qadên jiyanê de bên domandin û astengî ji holê bên rakirin.

ENCAMNAME

Forumê bi encamnameyekê bi dawî bûn. Xalên  ncamname wiha ne:

-          Divê lêvegerek ji bo destûrê bê çêkirin û destûreke zelaltir ku tê de wekheviyeke giştî di navbera jin û mêran di hêla maf de bê dîtin, bê sazkirin.

-         Divê xalên ji bo beşdariya jinan bi awayeke aktîv di cihê biryarê de bên danîn, kotaya nûnertiya jinan di saziyên sivîl, leşkerî û dîplomasî de bê bicihkirin. Di vê mijarê de divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê li ber çavan bê girtin.

-          Divê qanûnên Sûriyeyê yên girêdayî mafên jinan li got hevpeymanên navneteweyî bên danîn.

-          Divê qanûnên sûckirina tundî û destdirêjiya elektronî bên danîn. Ji bo parastin, piştgiriya derûnî û qanûnî ji bo jinan derfet werin vekirin.

-          Divê rola jinan di komîteyên herêmî û makanzîmeyên lêkolîna rastiyan, ji bo derketina li dijî tundiya civakî bê pêşxistin.

-          Divê jin di stratêjiyên avakirina aştiyê û ewlehiya civakî beşdar be.

-          Ji ber bawerî beşek ji planên pêşxistina domdariyê û avakirina aştiyê ye, divê buçeyê têrker ji bo piştgiriya sektora çandî bê dayîn. Pêwîste ziman, pirrengiya çandî li Sûriyeyê piştgiriya berhemên wêjeyî, hunerî û çapemeniyê bê parastin. Ji bo lidarixistina mîhrîcanên çandî, wêjeyî, şano, sînama û mûzîkê piştgirî were dayîn.

-          Divê ji bo beşdariya jinên behremend ên li Sûriyeyê ji bo aliyên navneteweyî destek were dayîn.

(sb)

ANHA